Li Parîsê agir bi avahiyekê ket: kesek mir, 4 jî birîndar bûn

Li Parîsê agir bi avahiyekê ket: kesek mir, 4 jî birîndar bûn

Li peytexta Fransayê Parîsê ji ber sedemek hîn nazêyê zanîn agir bi avahiyekê ket, di avahiyê de kesekê jiyana xwe ji dest da, yek jê giran 4 kes jî birîndar bûn.

Di seatên serê sibehê de di avahiya li taxa 13. a Parîsê de di valehiya merdîvenan de ji ber sedemek hê nayê zanîn agir pêket. Agir bi qata 6. û 9. Ket.

Piştî ku di saet 04:00’an de agirkuj hatin cihê bûyerê piştî du saet û nîvan agir vemirandin.

Di bûyerê de keseke jiyana xwe ji dest da, yek jê giran 4 kes jî birîndar bûn. Ta niha diyar nebûye ku kesê ku jiyan xwe ji dest dayî di kîjan şertan de miriye. Hat ragihandin ku kesên birîndar bûne bi jehrê ketîen.

Di 20’ê Kanûnê de jî li Parîsê agir bi  avahiyekê ketibû, 7 kes birindar bibûn.