Li Parîsê Îsa Aktaş û Serhat hatin bibîranîn

Li paytexta Fransayê Parîsê di şexsê gerîlayê HPG’ê Şehîd Îsa Aktaş de şehîdên eyaleta Serhedê hatin bibîranîn.

Li banliyoya Drancy ya Parîsê bi pêşengiya Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Komîteya Malbatên Şehîdan bernameya bîranînê hate çêkirin, bi bîranînê de xizmên şehîdan û gelek Kurdistanî amade bûn.

Bernameya bîranînê li ser dirûşma ‘Ji Rêbertiya me re azadî’ li hêwana Drancy Espace Galîlêeyê bi rêzgirtinê ya ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir.

Di bernameyê de axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin eyaleta Serdehê di Tevgera Azadiya Kurd de xwedî cihekî girîng e û hate gotin, ‘’Em li ber hemû şehîdên xwe û li ber têkoşîna ku Rêber Apo dayî bejna xwe ditewînin.Pergal dixwaze ku Rêbertiya me bi me bide jibîrkirin lê em ê ti caran destûra vî tiştî nedin.’’

Di bîranînê de Parlamenterê Şirnexê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz û Parlamenterê berê yê HDP’ê Ozdal Uçer axivîn.

‘MÊTINGERIYÊ GAV BI GAV DIQERINÎN’

Sariyildiz di axaftina xwe de got li Kurdistanê û Rojhilat Navîn bi berDêlan jiyaneke nû tê avakirin û têkoşîna dijî mêtingerî û barbariyê bi serhildana Agirî, Dersimê dest pê kiriye û niha bi rengekî xurt didome. Sariyildiz bi domdarî got: ‘’Xetîreya agirê serhildanê yê ku Rêber Apo vêxistî niha di dest ciwanên Kurd de ber bi serfiraziyê ve diçe. A ku li Kobanê, Reqayê û Şengalê bi ser ketî giyanê azadiyê ye.’’

Uçer jî got ew ê heta welatê azad û rêbertiya azad di rêça şehîdan de bimeşin.

Di bîranînê de ji bo şehîdan mewlûd hate xwendin û loqûm hatin belavkirin.

Her wiha ji bo şehîdên Serhedê sînevîzyonek hate nîşandan, piştre Şeyda Perîncek û Farqîn Azad stran gotin.