Li Parîsê 2 kes hatin binçavkirin

Li Parîsê 2 kes hatin binçavkirin

Hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsîna qetilkirina sê jinên Kurd de, polîsên Frensî 2 kes binçav kirin.
Çavkaniyeke polîsên Franseyê aghaî da AFP’ê û diyar kir ku du zilamên Kurd ên ku salên 1974 û 1982’yê li Tirkiyeyê ji dayik bûne û ji derdorên nêzî her sê jinên Kurd ên ku hatine qetilkirin bûn hatine binçavkirin, lê nehat aşkerekirin a ji ber kîjan sucî hatine binçavkirin. Her wiha çavkaniyê agahî da k her du kes li La Courneuveyê rûdinin.
Tê payin ku polîsên Frensî îro daxuyaniyek derbarê mijarê de bidin.