Li Parîs û Munsterê pîrozbahiyên ji bo PKK’ê

Li Parîs û Munsterê salvegera avabûna PKK’ê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de hate diyarkirin ku ew ê tecrîd were şikandin.

Li bajarê Parîsê yê Fransayê û li bajarê Munsterê yê Elmanyayê salvegera avabûna PKK’ê hate pîrozkirin. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal li Parîsê axivî û got ku, “Di serdema nû de em ê li dora Rêbertiya xwe bibin yek û tecrîdê bişkînin.”

PARÎS

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye salvegera avabûna PKK’ê bi coş hate pîrozkirin.

Pîrozbahî bi slogana ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ hate kirin ûu endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger bi sloganên ‘PKK gel e, gel li vir e’ ketin eywana pîrozbahiyê.

Di çalakiyê de peyama pîrozbahiyê ya Hevserokê Konseya Rêvebir ê KCK’ê Cemîl Bayik jî bi rêya sînevîzyonê hate temaşekirin.

Hevserokê KONGRA-GEL jî di axaftina xwe de qala van tiştan kir: “Salvegera 41’emîn a PKK’ê li Rêber Apo, malbatên şehîdan û gelê Kurd pîroz be. Beriya PKK’ê rastiya Kurdistanê dûrî ya îro bû lê bi PKK’ê re her çar parçeyên Kurdistanê rabûn ser pêyan. Ji bo tunekirina PKK’ê di şexsê Rêbertiya me de komployeke navneteweyî hate kirin û komplo îro jî didome. Em PKK, em ê lîstikên qirêj ên li ser Rêbertiya xwe pûç bikin û di vê pêvajoyê de em ê li dora Rêbertiya xwe bibin xeleq û em ê tecrîdê bişkînin.”

Di çalakiyê de Diyar, Seyidxan, Şengul Pak, Hozan Aydin, Diyar Mehravî û Koma Dîlana Rojarya jî derketin ser dikê.

MUNSTER

Li bajarê Munsterê yê Elmanyayê bi sedan Kurdistanî û dostên wan li Hîlltrûp Stadt Halleyê hatin ba hev û salvegera PKK’ê pîroz kirin. Peyama pîrozbahiyê ya Hevserokê Konseya Rêvebir ê KCK’ê Cemîl Bayik jî bi rêya sînevîzyonê hate temaşekirin.