Li Parîs û Lûzernê êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin
Li paytext Parîs a Fransayê û bajarê Lûzern ê Swîsreyê polîtîkayên êrîşkar ên dewleta Tirk hate protestokirin.
Li paytext Parîs a Fransayê û bajarê Lûzern ê Swîsreyê polîtîkayên êrîşkar ên dewleta Tirk hate protestokirin.
Li paytext Parîs a Fransayê hevparên HDK-Fransa êrîşên dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê û referandûma bi hîle ya 16’ê Nîsanê protestokirin.
Di çalakiyê de pankartên “Ji diktatoriya faşîst re NA” û “Dewleta Tirk a faşîst ji Kurdistanê derkeve” hatin vekirin.
Di çalakiyê de Hevberdevkên HDK-Fransa Zeynep Bîrsel Ocak û Îbrahîm Seydo Aydogan axaftin kirin.
Îbrahîm Seydo di axaftina xwe de diyar kir ku li Tirkiyeyê di pêvajoya referandûmê de di serî de li ser HDP’ê û muxalifan zextên mezin hatin kirin, referandûmekî ne wekhev û edalet hate lidarxistin. Seydo diyar kir ku ji bo xwedî li vîna xwe derkevin di çalakiyan de ne.
Zeynep Bîrsel Ocak jî êrîşên li ser Rojava û Şengalê jî şermezar kir.
Di çalakiyê de her wiha hevserokên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîs û ACTÎT’ê jî axaftin kirin û her kes vexwendin berxwedanê.
Piştî belavoka HDK-Ewropa ya êrîşa dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê şermezar dike hate xwendin û şûnde, çalakî bi qîrkirina dirûşmên “Bijî Berxwedana Rojav”, “Bijî Berxwedana Şengal” û “NA EM Biserketin” ve bi dawî bû.
LÛZERN
Êrîşên dewleta Tirk li Lûzernê jî hatin protesokirin.
Êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengal û Rojava li bajarê Lûzern a Swîsreyê hatin protestokirin.
Di çalakiya protestoyê ya li bajarê Lûzernê gelek Kurdistaniyên li çar parçeyên Kurdistan û dostên wan beşdar bûn. Çalakgerên kul i pêşiya Avahiya Şanoyê kom bûn, li dijî Erdogan û Tirkiyeyê dirûşûm qîr kirin.
Di çalakiyê de belavokên ku têkildarî polîtîkayên êrîşkar ên Tirkiyeyê ya ku raya giştî agahdar bike hate belavkirin.
Di axaftinên bi zimanê Elmanî û Kurdî hatin kirin de hat diyarkirin ku dewleta Tirk li dijî hemû destkeftiyên stratejîk ên Kurdane, bang li her kesê hate kirin ku rabin berxwedanê.