Li Parîs û Londrayê bîranîna şehîdan

Li paytext Parîs a Fransa û paytext Londra ya Îngîltereyê gerîlayên HPG’ê yên li cihên cuda şehîd bibûn hatin bîranîn.

PARÎS/VILLIER LE BEL

Li navena Civaka Demokratîk a Drancyê ji bo gerîlayên HPG’ê Bahoz Baysal (Rûbar) û Şahîn Acar (Rojger) ên ku 12’ê Kanûnê li Kerboranê şehîd bibûn aktivîteyek ya bîranînê hate lidarxistin.

Bîranîna ku ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan û Tevgera Jinên Kurd ên Fransa ve hate lidarxistin, Kurdistan û hevalên Baysal û Acar ên têkoşînê tevlî bûn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê hemû şehîdên şoreşê ve destpê kir. Di axaftinên hatin kirin de wiha hate gotin: “Şehîd nirxên me yên herî giran biha û menewî ne. Ew di vê rêya rûmetê de ji bo azadî û rûmeta gelê Kurd têkoşîn kirin û şehîd bûn. Em ê heta dawiyê girêdayî xet û têkoşîna wan danî pêşiya xwe bin.”

Bîranîn bi axaftinên hevalên Şehîd Rûbar û Şehîd Rojger ên anî ziman ve bi dawî bû.

LONDRA

Li paytext Londra ya Îngîltereyê gerîlayên HPG’ê Bîlal Saribaş (Serhat), Ozlem Çîftçî (Sarya Geverî), Mahsûm Kaymaz (Mazlûm Amed) û Mûkadder Bîlen (Sorxwîn Botan) hatin bîranîn.

Komîteya Şehîdan a Meclîsa Gelê Kurd a Londrayê li gel Meclîsa Jinan a Roj bîranîn organîze kir û gelek kes tevlî bîranînê bûn.

Piştî axaftinên hatin kirin û şûnde sînevîzyon hate nîşandan û xwarin hate dayîn.