Li Parîs û Berlînê ji jinan çalakiya ‘Em edaletê dixwazin’

Li Parîs û Berlînê ji jinan çalakiya ‘Em edaletê dixwazin’

Bi daxwaza ronîkirina qetilkirina siyasetmedarên jin yê Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên 9’ê Çileyê li Parîsê hatin qetilkirin, li paytextên Ewropayê çalakiyên ‘Em edaletê dixwazin’ hatin lidarxistin.

Îro li peytextê Almanya Berlînê di demjimêr 15.00’an de dê li ber avahiya Sefaretxaneya Fransayê ya li qada Brandenburg Tor çalakiya nobetê hate darxistin. Çalakî ji aliyê Komîsyona Jinan ya Meclisa Gelê Kurd ve hate organîze kirin. Di çalakiyê de ev bang hate kirin; “Heta hemû berfirehiyên qetilkirina hovane ya hevalên me Sakîne, Fîdan û Leyla bên zelalkirin ew dê li ber sefaretxaneya Fransayê nobetê bigirin. Em bang li kesên alîgirê edaletê û dostan dikin ku tevlî çalakiyê bibin.”

Di çalakiya nobetê de jinan cilên wêneyên 3 jinên Kurd yên şoreşger li ser heyî li xwe kirin û gelek belavok belavkirin. Di danezan û axaftinên hatîn kirin de ji Fransayê xwestibûn komkujiyê ronî bike û dawî li pêkûtiyên li ser Kurdan bînin.

Herwiha îro li paytextê Fransa Parîsê jî bi heman armancê çalakiyek hate lidarxistin. Jinên ku li ber avahiya Akademiya Çand û Hunera Kurd kom bûn û bi sloganan ber bi Navenda Enformasyana Kurdistanê ku komkujî lê pêk hatibû, meşiyan.

Di meşa ku bi bin ewlekariya polîs a dijwar de dawî lê hat diruşmeyên "Jin, jiyan, azadî", "Qatil Erdogan", "Em hemû Rojbin, Sara û Ronahî ne" û "Em edaletê dixwazin" hatin avêtin. Çalakvanan gul û kulilik danîn ber avahiyê û banga tevlîbûna meja jinan ku dê 9'ê Adarê were lidarxistin, kirin.