Li Parîs, Bern û Hanoverê çalakiya ‘Bêdengiya we hevkariya we ye’ pêk hat

Li Parîs, Bern û Hanoverê çalakiya ‘Bêdengiya we hevkariya we ye’ pêk hat

Li paytexta Parîs a Fransayê, paytexta Bern a Swîsre û Hannover a Almanyayê çalakiyên ‘bêndengiya we hevkariya we ye’ pêk hat.

Bi armanca ku kujerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê di 9’ê Çile de hatin qetilkirin bê dîtin, her çarşemî li bajarên cuda yên Ewropayê bi pêşengiya jinan çalakî pêk tên û îro jî berdewam kirin.