Li Pakîstanê teqîn: 12 kes mirin
Li Pakîstanê teqîn: 12 kes mirin
Li Pakîstanê teqîn: 12 kes mirin
Li başûrrojavayê Pakîstanê, di encama teqîna wesaîteke bombebarkirî de 11 jê leşker 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Rayedarên leşkerî dan xuyakirin, ku li paytexta eyaleta Belûcîstan Qûettayê, bi wesaîteke 100 kîlo bombebarkirî, li dijî hêzên paramîlîter ên artêşa Pakîstanê, êrişek pêk hatiye.
Hat ragihandin ku di encama vê êrişa bombeyî de 11 jê hêzên paramîlîter ên artêşê bi giştî 12 kesan jiyana xwe ji dest dane, 11 kes jî birîndar bûne.
Hêjayî gotinê ye Belûcîstan eyaletek Pakîstanê ye li ser sînorên Îran û Afganîstanê ye û eyaleta ku herî paşdemayî tê dîtin. Her weha eyaleta Belûcîstanê gelek caran dibe cihê çalakiyên li dijî hêzên leşkerî.