Li Pakîstanê otobusa leşker lê siwar qulipî: 24 mirî

Li Pakîstanê otobusa leşker lê siwar qulipî: 24 mirî

Hate ragihandin ku, li bakûrê Pakîstanê otobusa ku leşker lê siwar ji kendalê ket û 24 leşker mirin.

Li gorî artêşa Pakîstanê ragihand qeza di demjimêrên şev de li herêma Kohistan ya Gilgit-Baltistanê rû daye. 24 leşkerên di otobusê de mirin û 5 jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku, yekîneyên rizgarkirinê cenazeyên leşkeran ji kendalê dertêxin û birîndar jî rakirin nexweşxaneya Svatê.

Li Pakîstanê ji ber sedem rêyên xirab bûyî her sal di encama qezayan de bi sedan kes jiyana xwe ji dest didin.