Li Pakîstanê di derketina mizgeftê de êrîş: 8 mirî 15 birîndar

Li Pakîstanê di derketina mizgeftê de êrîş: 8 mirî 15 birîndar

Li Başûırê rojavayê Pakîstanê di dema derketina nimêja înê de êrîşa çekdarî pêk hat û 8 kes mirin 15 kes birîndar bûn.

Êrîş ji bajarê Quetta ya Başûrê Rojavayê welat hat. Di mizgefteke ku nimêja înê dihat kirin de li ber mizgeftê hejmara kesên ku nedihat zanîn êrîş pêk anîn. Wezîrê eyaleta berê ya Partiya Gel Madad Jatak di êrîşê de hedef hat girtin û herî kêm 8 kes mirin û 15 birîndar bûn. Jatak di êrîşê de beyî birîndar bibe xilas bû.

Roja sêşemê li Quetta di merasîma cenazeya polîsekî de întîxara bombeyî pêk hat û di êrîşê de 38 kes mirin û bi dehan jî birîndar bûn.

Tê texmîn kirin ku êrîş ji aliyê rêxistina Talîban Pakîstanê pêk hatiye