Li Oslo, Frankfûrt û Marsîlyayê tecrîd hatin protestokirin

Li Oslo, Frankfûrt û Marsîlyayê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin kirin. Tecîrd hate protestokirin.

Li paytexta Norweç Osloyê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke kon a 3 rojan hate destpêkirin.

Di çalakiya li pêşiya Parlemetoya Norweçê hate kirin, belavok hatin belavkirin.

FRANKFÛT

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê jî bi heman armancê çalakiya kon a 3 rojan hate lidarxistin.

Kurdistaniyên ku li Haûpwachedeyê saet 17:00’an kon vedan li gel pankarta ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistan re statû’ û posterên Ocalan hatin hildan. Her wiha di çalakiyê de belavok hatin belavkirin.

Çalakiya ku welatiyên Elman eleqeyek mezin raber kirin, axaftin hatin kirin û di axaftinan de bal hate kişandin ser tecîrda girankirî û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. Dîsa hate gotin ku heta azadiya Ocalan wê çalakiyên wan bê navber dewam bikin.

Çalakî wê her sê rojan ji saet 17:00-21:00’an dom bike. Çalakî wê roja Şemiyê bi meşekê bi dawî bibe.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî bo balê bikişîn ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate kirin.

Li standa ku wê sê rojan bê vekirin, wê daxwaza azadiya Ocalan bê kirin.

Çalakiya ku saet 16:00’an li Qada Vîeûx Portê destpê kirî pankata bi nivîsa ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistan re statû’ hate daliqandin.

Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin. Dîsa hate gotin ku heta agahî û azadiya Ocalan wê çalakî bidomin.