Li Oslo, Mîlano û Antîbesê êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin

Li bajarên Oslo û Stavanger ên Norwêcê, li bajarê Mîlano yê Îtalyayê û li bajarê Antîbes ê Fransayê, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirikrina Efrînê hatin şermezarkirin.

Li bajarên Oslo û Stavanger ên Norwêcê, li bajarê Mîlano yê Îtalyayê û li bajarê Antîbes ê Fransayê, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirikrina Efrînê hatin şermezarkirin.

OSLO: Li paytexta Norwêc Osloyê, girseya gel li ber stasyona trenê li hev civiyan û ber bi Wezareta Karên Hundir ve meşiyan. Bi sedan kesî wêneyên sivîlên li Efrînê hatin kuştin hildan û dirûşmên li dijî dewleta Tirk qîriyan. Girseya gel a ji ber avahiya Parlamentê derbas bû, li ber avahiya Wezareta Karên Derve mîtîngek li dar xistin. Li ser rewşa li Efrînê belavok hatin belavkirin û bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) axaftin hate kirin.

STAVANGER: Li bajarê Stavanger ê Norwêcê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakiyek hate lidarxistin. Qisekeran bêdengiya dewletên Ewropayê rexne kirin û xwestin, bes ji Tirkiyeyê re çek bên firotin.

MÎLANO: Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê bi beşdariya Kurdistaniyan meşek antî faşîst hate lidarxistin. Polîstan dest li meşê werdan. Girseya gel jî bi qîrîna dirûşma "Em hemû antî faşîst in" bersiv da êrîşa polîsan. Girseya gel tevî zext û zordariya polîsan jî ji qadê derneket û bal kişand ser komkujî û êrîşên li ser Efrînê. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Kurdistan", "Vîva Efrîn", "Terorîst Erdogan" hatin qîrîn.

ANTÎBES: Kurditsaniyên li başûrê Fransayê dijîn li bajarê Antîbesê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşiyan û mîtîngek li dar xistin. Di meşê de berxwedana Efrînê hate silavkirin û êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Girseya gel ji ber stasyona Antîbesê heta Place de Gaûlle meşiya û ji bo Efrînê banga xwedîderketinê kir.