Li Nurnbergê ‘şehîdên meha Cotmehê’ hatin bîranîn
Li Nurnbergê ‘şehîdên meha Cotmehê’ hatin bîranîn
Li Nurnbergê ‘şehîdên meha Cotmehê’ hatin bîranîn
Li bajarê Nurnberg yê Almanyayê şoreşgerên meha Cotmehê di nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dayî bi civînekê hatin bîranîn.
Li bajarê Nurnberg yê Almanyayê bîranîna ku li Mala Gel ya Medya pêkhat, bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre saziya Malbatên Şehîdan nirxandinek kir. Di axaftina ku hate kirin de hate gotin, kesên ji bo azadiya welatê xwe, di oxira jiyana gelê xwe de mirinê dide ber çavê xwe û jiyana xwe ji dest dide şehîde û wiha hate gotin; “Ev mirov ji bo gelê Kurd pîrozin.”
Di axaftina ku balkişandin ser ‘şehîdên Rojava” de û hate diyarkirin ku, kesên ji bo gelê Rojava jiyana xwe ji dest didin kesayetên herî pîrozin.
Piştî axaftinan sînevîzyon hate nîşandan û çalakî bi tilîliyan bidawî bû.