Li Nurnbergê aktîvîteyên Rojên Çanda Kurd didomin
Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê, 7. Rojên Çanda Kurd di roja duyemîn de didome.
Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê, 7. Rojên Çanda Kurd di roja duyemîn de didome.
Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê, 7. Rojên Çanda Kurd di roja duyemîn de didome.
Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê, 7. Rojên Çanda Kurd bi eleqeyek mezin dewam dike.
Di yekemîn roja Rojên Çanda Kurd de komên folklorê yên Zarokên Agir, Govenda Astera, Jinên Azad ên di bin sêwana Mala Gel a Medya de dixebin “Daweta Kurdan” pêşkêş kirin. Koma jinan a Jinên Azad jî stran gotin.
Piştre parlamenteran, nûnerên partiyên xwecihî û saziyan mafê axaftinê wergirtin, diyar kirin ku wê piştgiriya xebatan çand û siyasî yên Kurdan bikin. Piştî van axaftinên Hanî derket dikê û bi stranên xwe roja yekem a bernameya çandê bi dawî kir.
Di bernameya roja 2’yem de jî bi mijara “Di dîrokê de jinên Kurd” berdewam kir. Di vê mijarê de li ser jiyana Sakîne Cansiz, Ayşe Şan û Leyla Qasim jî axaftin hatin kirin.
Piştî vê pêşkêşkirinê, filmê “Half Moon” ê derhêneriya wê Bahman Ghobadî kiriye hate temaşekirin.
Di 3. Roja bernameya çandê de wê li ser “Kurdistanê Rêveberiyên Xwecihî” panel bê dayîn. Wek panelîst jî wê di rêveberiya Mûrat Çakir de Erdogan Aydin, Rolf Becker, Firat Anli tevlî bibin. Di heman demê de wê wêneyên ku parlamenterê Dîe Lînke yê Hambûrgê Martîn Dolzer li Rojava û Kurdistanê kişandine bên pêşendan.
Aktîvîteya Rojên Çanda Kurd wê bi konsera vekirî ya Seyda Perînçek û Bajar ve bi dawî bibe.