Li Nûnergeha Rojava ya li Swêdê, resepsiyona Newrozê

Nûnergeha Bakurê Sûriyeyê û Rojava ya li Swêdê, do bi beşdariya Hevserokê PYD’ê Salih Muslum, bi resepsiyonekê Newroz pîroz kir.

Ji xeynî rêveberên komeleyên Kurdan ên li Swêdê, Nûnerê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê yê Swêdê Şoreş Qadir Rahem, Nûnerê KNK’ê yê Swêdê Ahmet Karamus, Parlementerê Partiya Çep Amineh Kakabaveh, Rojnameger Joakim Medin, Alîkarê Serokê Konseya Aştiyê ya Swêdê û Şanoger Kemal Görgü, nûnerên PYD’ê yên Swêdê û hin rewşenbîrên Kurd beşdarî resepsiyona li avahiya Nûnergehê bûn.

Salih Muslum ê ku beşdar silav kir û Newroza hemû Kurdistaniyên li sirgunê pîroz kir, got “Newroz ji bo kurdan wate û girîngeyeke xwe ya mezin heye” û axaftina xwe wisa domand:

NEWROZ RONAHÎ YE, NEWROZ TÊKOŞÎN E

“Newroz ronahî ye, Newroz têkoşîn e. Ji Kawa û vir ve di rojên me yên dijwar de Newrozê vîna têkoşînê daye me û hê jî dide me. Dema ku li Mezopotamyayê zilm li Kurdan dikirin, Kurdan serî hildan. Bi taybetî jî di sedsala 20’an de gelek caran serî hildane. Li dinyayê gelek tişt hatin guhertin. Pergal guherîn lê têkoşîna Kurdan a hebûnê hê jî didome”

LI HEMBERÎ ZILMÊ HERÎ XURT KURD LI BER XWE DIDIN

Muslum bal bir ser vî tiştî ku, îroj li Rojhilata Navîn wehşet û hovîtiyeke mezin rû dide û got ku, “Li hemberî zilmê herî xurt Kurd li ber xwe didin. Di dîrokê de Împaratoriya Osmanî û împratorî û dewletên Ereban zilm li kurdan kirin. Lê divê ev zilm bi dawî bibe.”

Muslum bal bir ser vî tiştî ku, li cîhana li hemberî YPG/YPJ’ê sempatiyeke mezin heye lê Almanya alên YPG û PYD’ê qedexe dike û got “Ev kes di koalîsyona Navneteweyî de ligel me bi DAIŞ’ê şer dikin û di hemam demê de alên me qedexe dikin. Ev dûrûtî ye. Em tenê mafên xwe dixwazin. Her roj qala mafên mirovan dikin lê dema mesele em bin, bêdeng dimînin” û bertek nîşanî helwesta Elmanyayê da.

 DI SALEKÊ DE ME TÊKILIYÊN NÊZ BI SAZIYÊN SWÊDÊ DANÎN

Di 17’ê Nîsanê de wê sala Buroya Rojava û Bakurê Sûriyeyê ya Swêdê biqede. Nûnerê buroyê Stêr Kardoxî ji ANF’ê re xebatên salekê ên buroyê nirxand. Kardoxî diyar kir, piştî ku buro hate vekirin me berê hewl da em ligel sazî û dezgehên Swêdê têkiliyan deynin û got, “Di nava vê demê de me têkilî danîn. Me pêşveçûnên li Rojava ji sazî û gelê Swêdê re ragihand.”