Li Normandiyayê şehîd Pinar Baglars hate bibîranîn

Li Normandiyayê ji bo şehîd Pinar Baglars (Nûjîn Artos) çalakiya bibîranînê hate lidarxistin.

Li Fransayê li bajarê Normandiyayê ji bo şehîd Pinar Baglars (Nûjîn Artos) çalakiya bibîranînê hate lidarxistin.
Ji aliyê Tevgera Jinan a Kurd a Fransayê (TJK-F) û Komîteya Malbatên Şehîdan li Navenda Civakî ya Demokratîk a Les Mûreaûxê çalakiya bibîranînê hate lidarxistin. Gelek Kurdistanî û hevalên têkoşînê yên Nûjîn Artos tevlê bûn.

Bibîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir û li ser navê malbatên şehîdan Celîl Akdogan got, “Gotina ‘PKK partiyeke şehîdan e’ wekî her demê îro jî rêya me diyar dike.”

Nûnera TJK-F’yê Jiyan Ege jî bal kişand ser vî tiştî ku têkoşîn û destkeftina li Kurdistanê berhema têkoşîna azadiyê û şehîdan e.

Bibîranîn piştî sînevîzyonê bi sloganên “Şehîd namirin”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.