Li Normandîayê çalakiya 'azadî ji Ocalan re'

Li Fransayê li herêma Normandîayê ji bo balkişandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşeke bi meşaleyî hate lidarxistin.

Meşa bi meşale ya ku bi pêşengiya Ciwanên Azad ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin, li pêşiya gara Mantes la Jolîeyê hate destpêkirin.

Bi sedan Kurdistanî beşdarî meşê bûn û sloganên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ berz kirin.

Li navenda bajêr li pêşiya Palaîs de Jûstîce mîtîngek hate lidarxistin. Di axaftinên di mîtîngê de pêngava ‘Serî Hilde’ hate silavkirin û hat xwestin ku divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin.

Di çalakiyê de ji bo çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê banga tevlêbûna xurt hate kirin.