Li Nisêbînê namzetên HDP’ê bi gel re civiyan

Namzetên Hevşaredariya Nisêbînê yên HDP’ê bi gel re civiyan.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê ji bo hilbijartinên xwecihî namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê Ferhat Kût û Semîre Nergîz bi gel re civiyan.

Nergiz û Kût serdana esfan û welatiyên bajêr kir, welatiyan eleqeyek mezin nîşanî Kût û Nergiz da. Li pêşiya avahiya partiyê namzet li hev kombûn û daketin kolanan. Namzetan gotin; “Em ê xwedî li îradeya gel derbikevin bila tu gumanên kesê nebe.”

Namzetan ragihandin ku wê di hilbijartinan de rêjeya herî bilind a dengan bigrin.