Li Nîjmegenê panela hilbijartinê

Di panela li ser hilbijartinê ya li Nîjmegenê de rojnamevan Fusûn Erdogan û Mahîn Sayin weke qiseker amade bûn.

Di panela li ser hilbijartinê ya li Nîjmegenê de rojnamevan Fusûn Erdogan û Mahîn Sayin weke qiseker amade bûn. Zêdeyî 100 kes beşdarî panelê bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna mirovên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, rojnamevan Fusûn Erdogan mafê axaftinê wergirt.

Tevî ku mijara panelê hilbijartin jî bû, bi giranî li ser sedemên komkujiya li Enqereyê, hewldanên Erdogan û dîktatoriya AKP'ê yên ji bo nixumandina rûyên xwe yên qetlîamkeriyê, hatin nirxandin.

Fusûn Erdogan diyar kir, ku ji ber ji Qirkirina Ermeniyan a 1915'an heta komkujiya Dêrsimê, ji 33 guleyan heta komkujiya 1'ê Gulana 77'an, heta Mereş, Çorûm, 12'ê Îlonê, Sêwas, Roboskî, Amed û Pirsûsê hesabê komkujiyên ji aliyê dewletê ve hatine kirin nehatiye pirsîn, li Enqereyê 128 can hatine qetilkirin û 500 mirov birîndar bûne.

Rojnamevan Fusûn Erdogan bal kişand ser girîngiya darizandina kujeran û destnîşan kir, ku çi li ser sindoqan çi jî li kolanan, divê ji bo hesap ji Erdogan ê kujer û AKP a wî were pirsîn, têkoşîneke hevpar were meşandin. Fusûn Erdogan ragihand, ku divê li kolanan û di sindoqan de bersiva pêwîst ji kujeran re were dayîn.

Rojnamevan-nivîskar Mahîr Sayin jî, ji aliyê dîrokî ve rûdana komkujiya Enqereyê kurteber kir. Sayin da xuyakirin, ku nêzîkatiyên tekparêzî, asîmîlasyon û nîjadperestiyê yên li Tirkikyeyê di pirsgirêka Kurd de tên ferzkirin, wê bi têkoşîna bi hev re were têkbirin.

Sayin anî ziman, ku ya ku li Tirkiyeyê polîtîkayê diyar dike, meseleya Kurd e û destnîşan kir ku di roja îro de hemû pirsgirêk li dû çareseriya meseleya Kurd kom bûne.

Rojnamevan-nivîskar diyar kir ku ji aliyê rayedarên dewletê ve kîjan daxuyanî were dayîn bila bê dayîn, kujerê rastî yê vê komkujiyê qesra reş bi xwe ye.

Civîn piştre bi beşa pirs û bersivan dewam kir û beşdaran li ser komkujiya li Enqereyê nêrînên xwe anîn ziman.