Li New Yorkê çalakiya destekkirina Kobanê

Li New Yorkê çalakiya destekkirina Kobanê

Kurdên li bajarên New York û New Jersey ên DYA dijîn, danê êvarê li Union Square ku yek ji meydanên qelebalix ên New Yorkê ye hatin cem hev û nerazîbûn nîşanî bêdengiya navneteweyî ya li pêşberî Kobanê dan. Komê pankarta bi nivîsa "Kobanê ne bi tenê ye" vekir, bang li DYA û NY kir, ku êrîşên DAIŞ'ê bisekinînin.

Li heman meydanê Kurdan dawiya hefteyê gelek caran ji bo Kobanê xwepêşandanên destekkirinê lidar xistin. Ji aliyê Civaka Kurd-Amerîkî ve beriya niha li ber Neteweyên Yekbûyî û Qesra Spî ya li Washingtonê xwepêşandanên bi heman rengî hatibûn organîzekirin.