Li Nevsehîrê xwendekarên Kurd rastî êrîşên nijadperestan hatin

Li Nevsehîrê xwendekarên Kurd rastî êrîşên nijadperestan hatin

3 xwandekarên Kurd ên li Zanîngeha Nevşehîrê dixwînin bi hinceta guhdariya stranên kurdî kirin rastî komekî nîjadperest hatin.

3 xwendekarên Kurd ên 2 roj berê li Yurda Zilaman ya KYK'ê ya Zanîngeha Nevşehîrê guhdariya stranên kurdî kirin li kafeteryaya zanîngehê duh rastî êrîşa komekî nîjadperest hatin. Xwendekarên kurd birîndar bûn û xwendekarên kurd ên piştî bûyerê li tesîsên civakî yên zanîngehê kombûn rastî êrîşa duyemîn hatin. Piştî êrîşê xwendekar çûn malên xwe û diyarkirin ku ewlehiya canê wan tuneye.