Li Mûsilê sûîqestên li hemberî DAIŞ'ê

Li Mûsilê, li dijî berpirsen DAIŞ’ê sûîqest berdewam in. Li navenda bajarê Mûsilê 2, li bajarokê Reşadiyê jî 1 berpirsekî DAIŞ'ê ji hêla kesên nediyar ve hatin kuştin.

Li wîlayeta Nînovayê ya di bin kontrola DAIŞ'ê de ji hêla kes û komên nasnameyên wan nediyar ve li dijî berpirsên DAIŞ'ê çalakiyên sûîqestê tên kirin. Berpirsê YNK’ê yê Mûsilê Xeyas Surçî got, di 3 çalakiyên duh de 'mîr'ên DAIŞ’ên hatine kuştin û li navenda bajarê Mûsilê gelek ciwan ji hêla DAIŞ'ê ve hatine revandin û ew birine cihekî nediyar.

Du êrîşên li navenda bajêr li hemberî berpirsan ber destê sibehê hatin kirin, li navenda Mûsilê û li taxa Serecxaneyê qewimîn.. Tê gotin di her du êrîşan de jî kesên ku hedef hatine girtin, hatine kuştin. Piştî bûyerê tê gotin çeteyan dest li ser gelek ciwanan daye û ew ber bi cihekî nediyar ve birine.

Li Şrixana girêdayî bajarokê Reşadiyê ya Mûsilê jî, tê gotin mîrekî çeteyan yê bi navê Merwan Herbo bi êrîşekê re hevrû bûye û hatiye kuştin.