Li Mûsilê agir bi salona dawetê ket: Zêdeyî 100 kes mirin
Li Hemdaniye ya Mûsilê doh bi şev agir bi salona dawetê ket. Herî kêm 114 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Hemdaniye ya Mûsilê doh bi şev agir bi salona dawetê ket. Herî kêm 114 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî medya Iraqê, doh bi şev li navçeya Hemdaniye ya bajarê Mûsilê agir bi saloneke dawetê ket.
Ji ber şewatê û îzdihamê herî kêm 114 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Bi sedan kes jî birîndar bûn ku rewşa tenduristiyê ya gelek ji wan giran e.