Li Mûşê di malekê de cîhaza guhdarîkirinê hat dîtin

Di mala endamê Meclisa Ciwanan a Mûşê ya Partiya Çepên Kesk Marûf Çelîkel û hevalê wî Farûk Kuçukçelebî de cîhazeke guhdarîkirinê ya polîsan hat dîtin.

Di mala Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk ê Mûşê Marûf Çelîkel û hevalê wî Farûk Kuçukçelebî de cîhaza guhdarîkirinê hate dîtin. Çelîkel ê HDP’yî diyar kir ku li ser ronahiya cîhazê qeydê pê diket û vedimirî ferq kirine û da zanîn ku li ser kartê ji nav cihazê derketiye navê Midûriyeta Polîsan a Giştî qeydkirî ye. 

‘MIDÛRIYETA POLÎSAN HEQÊ FATÛREYA CÎHAZÊ DAYE’

Çelîkel bi dewamdarî got: “Ronahiya cîhazê pê diket û vedimirî. Dema me cihê lê hatibû bicihkirin vekir, ferq kir ku girêdayê ceyranê ye û pîlekê wê yê zêde jî heye.

Dema me ew pergala wan betal kir, kartê Turkcell’ê ji nav derket. Me lê kola; di encamê de derket holê ku kart li ser navê midûriyeta polîsan e û zêdeyê du mehan e ku çalak bûye. Midûriyeta polîsan pereyê fatûreya wê dide û heqê du mehan ê kart 2 hezar û 500 banot hatiye. Diyar e ku rojeke em ne li mal bûne, hatine û bi cih kirin. Em ê giliyê wan bikin.’’

Çelîkel anî ziman ku polîsan gelek caran daye ser şopa wî û wiha got: ‘’Bi dehan caran didan ser şopa me. Jixwe her dem li ber deriyê me wesayîteke TEM’ê hebû. Ketin hewila ez bibim sîxur, ji min re got: ‘’Tu biçî partiyê, tişt bi serê de bê, em jê ne berpirs in. Çend caran xwest bi darê zorê telefona min vebikin.’’