Li Munsterê êrîş: 4 mirî, gelek kes birîndar bûn- NÛ BÛ

Li bajarê Munster ê Elmanyayê êrîşeke bi wesayîtê pêk hat. Di êrîşê de 4 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Nuqteya ku êrîş pêkhatî, ji ber Kurdistanî û dostên wan wê mîtîng li dar xistibana û pirsa ‘Kurd bûn hedef’ bi xwe re tîne.

Êrîş di heman demê de li nêzî cihê Keîpenkerl Statu pêk hat. Îro Kurdistanî û dostên wan piştî meşa protestokirina êrîşên dewleta Tirk û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê mîtîngek li dar xistibana.

Dema ku êrîş pêk hat Kurdistanî û dostên xwe 500 metre dûr bûn. Piştî êrîşî polîsan her der girtin, meşa Kurdistaniyan sekinand û mîtîng jî betal kir.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, êrîşkar kete nava qerebalixiya li qadê. Tevî êrîşkar di bûyerê de 4 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Di çapemeniya Elman de tê gotin ku êrîşkar kamyonet diziye û bi kamyonetê ketiye nava mirovan, piştre bi çekê xwe kuştiye.