Li Munîhê serdegirtina malê ya ji ber parvekirina li ser medyaya civakî

Li Elmanyayê li bajarê Munîhê ji ber ku li ser medyaya civakî alayên YPG, YPJ û PYD’ê par ve kiriye, polîsan bi ser mala hîndekar Kerem Schamberger girt.

Schamberger ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku du polîsên Tirk jî tevlî serdegirtina malê bûne.

 YPG û YPJ a ku hemû cîhan bi çavekî erênî lê dinihêre li Elmanyayê bûye kabûsa dewleta Elmanyayê. Îro saet di 06.00’an de ji ber ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî alayên YPG, YPJ û PYD’ê par ve kiriye polîsan li Munîhê girt ser mala Kerem Schamberger.

Di serdegirtina malê de polîsan dest danî ser laptop, hard dîsk, flash dîsk û telefona destan a Kerem Schamberger. Di serdegirtinê de 5 polîs hebûn û 2 jê jî Tirk bûn.

Schamberger diyar kir ku wekî bi hezaran kesan ew jî alaya YPG’ê li ser medyaya civakî par ve dike û ev ne sûc e.

ALAYÊN YPG’Ê DI 2’Ê ADARÊ DE HATIBÛN QEDEXEKIRIN

Wezareta Karê Hundir a Elmanyayê di 2’ê Adara 2017’an de zagonek derxistibû û diyar kiribû ku alayên PYD, YPG, YPJ, PJAK, YXK û NAV-DEM jî tê de gelek alayên sazî û partiyên Kurdan hatiye qedexekirin.