Li Mulhouse’ê ji bo PKK’ê şeva bi cûş

Li Mulhouse’ê ji bo PKK’ê şeva bi cûş

Li bajarê Fransa Mulhouse’ê bi boneya 35. Salvegera damezrandina PKK’ê bi şahiyekî şevê hate pîroz kirin.

Di şevê de peyama ku PKK weke sembola gelê kurd ji asta bi komkujiyan tunekirinê aniye astekî hebûnê hate nîşan kirin.

Mulhouse ya ku li herêma Alsace a Fransayê nêzî 500 kurdên ku li derdorên Besançon, Montbeliard û Colmar dijîn ku tevlî şeva şahiyê bûn bi xwendina peyama Hevserokê Desteya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik dest bi şevê kirin. Piştî nîşandana Sînevizyonê Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal ku axivî peyama ku gelê Kurd wê bi tekoşîna PKK’ê azad bibe. Kartal ku diyar kir ew deyîndarên şehîdên di tekoşînê de ji bo Kurdistanê canê xwe didine û gelê kurd êdî xelekên bindestiyê şikandine.

Di şeva şahiya damezrandina PKK’ê de a li bajarê Mulhouse’ê namzetê şaredariyê yê Eniya Çepgir (FG) yê jî tevlî bû û  axaftinek kir. Namzetê FG’ê diyar kir ku wê dinava piştgiriya ji bo gelê Kurd debin.

Di şeva şahiyê damezrandina PKK’ê de ji aliyê Partiya Komûnîst a Marksîst Lenînîst peyama ku hate şandin hate xwendin.

Di bernameya çandê ya savê de Koma Silbûs U Tarî, Hozanvan Elî Baran, Elî Gûl, Zarîfe Zerrîn û Şah Sultan derketin ser dîkê.

Şeva ku girseyekî zêde a ciwanan tevlî bûn bi girêdana govendan dawî bû.