Li Mulhouse çalakiya rûniştinê û greva birçîbûnê

Li Mulhouse çalakiya rûniştinê û greva birçîbûnê

Li bajarê Mulhouse yê Fransa bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê û şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ greva birçîbûnê hat destpêkirin.

Kurdistaniyê li Ewropayê dijîn li ser banga KCD-E Û TJKE bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê û şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ çalakî didomin.

Li bajarê Mulhouse yê Fransa li Mala Çandê ya Kurd bi 20 kesan greva birçîbûnê û çalakiya rûniştinê hat destpêkirin. Gelek sazî û partiyên wek  ATIK, AKM( Mulhouse, Altkirch, Montbeliard), FDHF,  DIDF, AVEG-KON,  Malagel, ji Fransizan Partiya Sosyalîst, Partiya Komunîst, Partiya Çep, Partiya Keskan, Alternatifs û ji mafê mirovan amade bûn.

Greva birçîbûnê û çalakiya rûniştinê her roj wê saet 18:00’an li qada Porte De Joune bi daxuyaniya nivîskî bidome.

Çalakî roja Şemiyê saet, 13.00’an wê bi meşeke ku ji ber komeleyê heta qada Place de renion û daxuyaniyeke nivîskî bi dawî bibe.

Çalakvanan banga piştgiriya ji çalakiyê re li gel kirin.