Li Motkî AKP-cerdevan û jendermeyan êrîş HDP'yiyan kirin

Li Motkî, cerdevan, AKP'yî û jendermeyan êrîşî HDP'yiyan kirin. Êrîş ji aliyê Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr ê AKP'yî Mehmet Reşît Acûn û Sercerdevan Kenan Kaya ve hat kirin.

Li gundê Mermernt ê navçeya Bedlîs Motkiyê, çavdêrên HDP'yî li dibistana lê deng dihat bikaranîn rastî zexta AKP'yî û jendermeyan hatin û bi zorê ji cihê dengdayînê hatin derxistin.

Li ser vê yekê HDP'yî û parêzer Bakir Yazi çûn cihê bûyerê, lê ew jî di bin çavdêriya jendermeyan de rastî lêdanê hatin. Her wiha bi çekê gef li wan hat xwarin.

Serkêşiya êrîşê Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr ê AKP'yî Mehmet Reşît Acûn û Sercerdevan Kenan Kaya kirin. Van şexsan xwestin bi çekê êrîşî HDP'yiyan bikin. Piştî ku gundî ketin navberê HDP'yî neçar man ji gund derkevin.

HDP'yî hatin Motkî û gilî kirin. Heta niha dozgeriyê tiştek nekiriye. Dengdayîna li gundê Mermerntê bêyî çavdêrên HDP'ê dewam dike.

Hat ragihandin ku Sercerdevan birayê berbaz Alî Kaya yê Pirtûkxaneya Ûmût bombebaran kiribû, ye.