Li Moskowê konferansa ragihandina kêmaran

Li Moskowê konferansa ragihandina kêmaran

Li Moskowê bipêşengiyaYekîtiya Rojnamevanên Rûsyayê konferansa rojnamevanên kêmaran hat lidarxistin. Kurd jî di konferansê de amade bûn.

Îro danê sibê  seat di 10’an de li paydexta Rûsyayê Moskowê bi pêşengiya Yekîtiya Rojnamevanên Rûsyayê konferansa rojnamevanên kêmaran hat lidarxistin. Konferansa ku li avahiya Yekîtiya Rojnamevanên Rûsyayê hat lidarxistin de li gel beşdarbûna nûnerên rojnamevanên Asyaya Navîn, Kafkasa, her wiha kêmnetewên di nav Rûsyayê de jî hene beşdarî konferansê bûn.

Konfeansa ku ji hêla Yekîtiya Rojnamevanên Rûsyayê ve hatibû organîzekirin bi şîara“di Rûsyayê de aşitiya çanda cîhanê”dest pê kir. Di axaftina vekirina konferansê de Serokê Yekîtiya Rojnamevanên Rûsyayê Veçeslav Bogdanov kir. Bogdanov di axaftina xwe de bal kişand ser erkê rojnamevan yê di nav civakê de û got:

“Di nav van du salan de li Daxistanê 17 rojnamevan hatine kuştin. Di rojameya îro de rojnamevanî karêkî pir xeter tê dîtin. Prensîbên hestên mirovahiyê di vî demê dawî de bi şêwazên cûda tên binavkirin. Pêwîste mirov hestên xwe yê mirovahî ji dest nede. Di civakê de hestên dilêşandinê pir lawaz bûne. Di cîhanê de her diçe  teknîk pêş dikeve. Rojnamevanên Rûsyayê jî vê teknîkê baş bi kar tîne û dikare agahî ji her deverên cîhanê bigere lê civak ji hêla çandî û civakî ve baş nayê bikaranîn. Ji ber ku civak nayê perwerdekirin û agahdarkirin. Ev jî kêmasiya ragihandinê ye. Di vê mijarê de ragihandin baş rola xwe naleyze. Pêwîste kêmnetew hev nas bikin û ji çanda hev re rêz nîşan bidin. Ji ber ku civak bi piraniya netewan dewlement dibe. Em jî bi vê konferansê armanç dikin ku ragihandina kêmnetew pirtir bibe xwedî derfet.”

Piştî axatina Bogdanov Serokê Otonomiya Netewî û Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê Ferhat Fetî jîaxaftinek kir. Fetî di axaftina xwe de da zanîn ku rojnamevanî ziman, guh û çavê civakê ye û got: “Di civakê de karê herî zehmet yek jê jî karê rojnamegerî ye. Ji ber ku dema di civakê de tiştek diqewime beriya her kesî rojnamevan pê tekîldar dibe. Her wiha hewil didin ku van bûyeran ji raya giştî re ragihînin û civakê bi pirsgirêkên heyî bidin hesandin. Ev jî berpirsyariyekî mezin dixwaze. Mirovekî çawa bê ziman, bê gûh û bê çav xwe kêm dibîne û nikare xwe pêş bixe civaka bê ragihandin jî di warê civakî, çandî û ramanî pêş nakeve û nabe xwedî ramanekî xurt. Karê rojnamegerî jî ji bo civakê tê vê wateyê.” 

Piştî axaftina Fetî Nunerê rojnamevanên Asyaya Navîn, Kafkas û kêmnetewên di nav Rûsyayê de axifîn. Piştî axaftina konferans bi rûniştina taybet berdewam kir.