Li Moskowayê Komkujiya Helebçe û Qamişlo hatin şermezar kirin

Li Moskowayê Komkujiya Helebçe û Qamişlo hatin şermezar kirin

Kurdistaniyên li Moskowayê jiyan dikin bi civînekê komkujiya Helepçe û Qamişlo şermazar kirin. Di şeva bîranînê de Serokê Organîzasyona Çanda Mezopotamyayê Refîqê Kamil destnîşan kir ku, êdî yeketiya gelê Kurd nahêle komkujiyên bi vî awayî rû bidin.

Kurdistaniyên li paytexta Rûsyayê Moskowa jiyan dikin, bi boneya şermezarkirina komkujiya Helebçe û Qamişlo  dunî şev di demjimêr 18:30’an de li Mala Kurda di civînekê de hatin cem hev. Kurdistanî beriya ku dest bi civîna xwe bikin ji bo giyana Kurdistaniyên ku di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz girtin. Piştre Serokê Organîsazyona Çanda Mezepotamyayê Refîqê Kamil ji beşdarvanên civînê re axaftinek kir. Kamil di axaftina xwe de da diyarkirin ku, yekîtiya gelê Kurd êdî nahêle ku komkujiyê bi vî rengî bên jiyankirin û got:

“Bi dehan sale ku gelê Kurd gelek êş kişand. Li Helebçe, li Qamişlo, li Geliyê Zîlan û li Dêrsimê di komkujiyan re hat derbas kirin. Wê demê Kurd bêxwedî bûn. Kesî pirsa wan nedikir.  Kurd jî xwedî li hev dernediketin. Lê îro li her deverê Kurd bi êşa hev dihesin û par vedikin. Ji ber vê yekê mirov dikare bêje di Kurdan de rihê yekîtiyê xurt dibe. Bê gûman ev yek bi saya tekoşîna rizgariya gelê Kurd e. Em wek Kurdistaniyên ku li Federasyona Rûsyayê jiyan dikin. komkuriya Helebçe û Qamişlo şermezar dikin. pêwîste em van komkujiya jibîr nekin. Ger em van komkujiya jibîr bikin em dê dîroka xwe û êşê Kurda jiyan bikin jibîr bikin.”

Piştî axaftina Kamil Kurdistaniyên ku beşdarî civînê bûne jî li ser wateya rojê hêstê xwe anîn ser ziman. Civîn heya derengê şev berdewam kir.