Li Moskowayê civîna Yekîtiya Êzidiyan
Komîteya amadekar a Kongreya Êzidiyan a cîhanê, li gel nûnerên sazî û civaka Êzidiyan li Moskowayê li hev civiya.
Komîteya amadekar a Kongreya Êzidiyan a cîhanê, li gel nûnerên sazî û civaka Êzidiyan li Moskowayê li hev civiya.
Komîteya Yekîtiya Êzidiyan, ku komîteya amadekar a Kongreya Êzidiyan a Cîhanê ye, bi beşdariya endamên xwe Parlamenterê Êlihê yê HDP'yî Alî Atalan û Tamaz Dasenî civîneke berfireh li dar xist.
Komîteya Yekîtiyê, piştî ku li gelek bajarên Ewropayê bi nûnerên saziyan û civakê re civîn li dar xist, li dû Başûrê Kurdistanê, Gurcîstan û Ermenîstanê, vê carê bi nûnerên civak û saziyên Êzidiyan ên li Rûsyayê rûnişt.
Civîn li salona konferansê ya Mala Gel a Moskowayê pêk hat, ku 118 saziyên neteweyî û civakî endamê wê ne. Li gel nûnerên Organîzasyona Êzîdxanê, nûnerên saziyên Êzidiyan ên li bajarên Saratov, Yekaterînbûrg, Navasîbîrsk, Çelyabînsk, Sank Peterbûrg, Nîjnî Novgorûd, Tambov û Krasnodar ên Rûsyayê tevlî civînê bûn.
Di civînê de ku bi qasî sed kes lê amade bûn, asta heyî ya amadekariyên kongreyê û yekîtiya Êzidiyan bi berfirehî hatin nirxandin.
Her wiha bal hate kişandin ser girîngiya karên hevpar ên Kongreya Êzidiyan a Rûsyayê û Êzîdxanê ji bo yekîtiya Êzidiyan meşandiye.