Li Moskowa û Montpellîerê şahiyên salvegera damezrandina PKK'ê
Salvegera damezrandina PKK'ê li Moskowa û Montpellîerê bi çalakiyan hat pîrozkirin.
Salvegera damezrandina PKK'ê li Moskowa û Montpellîerê bi çalakiyan hat pîrozkirin.
Salvegera damezrandina PKK'ê li Moskowa û Montpellîerê bi çalakiyan hat pîrozkirin.
MOSKOWA
Kurdistaniyên li paytexta Rûsya Moskowayê dijîn, salvegera 39. a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) pîroz kirin. Pîrozbahî li salona konserê ya Mala Gel a Lûnaçerskiyê pêk hat û ji aliyê Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî ya Kurdên li Rûsyayê û Organîzasyona Jinên Kurd a li Moskowayê ve hate organîzekirin. Tevî nûnerê Rêveberiya Xweser a Rojava yê li Moskowayê Reşad Bênav, nûnerên gelek saziyên Kurdan tevlî bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê, sînevîzyonek ji axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser têkoşîna PKK'ê hate nîşandan.
Piştre siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar li ser girîngî û wateya rojê axivî.
Cotkar diyar kir ku bi damezrandina PKK'ê re êdî li Kurdistanê ti tişt mîna berê nîne û got, "PKK'ê navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka Kurdan nivîsand û lehengên gelekî mezin afirand. Hêza gel a ji bo PKK'ê roj bi roj mezin dibe. Vê yekê tirs berdaye nava dilê dijminên civaka Kurd. Serketina PKK'ê tê wateya têkçûna wan. PKK a bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ava bû, bi nêrîn û felsefeya xwe her roj hê bêhtir nêzî azadiyê ye. Di vê roja girîng de bang li gelê me dikim ku xwedî li Rêberê me yê li zindana Îmraliyê tecrîdkirî ye û nirxên bi xwîna bi deh hezaran şehîdan hatine afirandin, derkeve. PKK nebe wê Kurdistan a çar parçe bibe deh parçe. Yekane hêviya azadiyê ya gelê Kurd PKK ye."
Ji Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojava ya li Moskowayê Reşad Bênav jî işaret bi cihê girîng ê PKK'ê di dîroka têkoşîna Kurdistanê de kir û got, "Bi qasî ku gelê Kurd PKK pejirandiye, heta niha ti partiyeke siyasî ne pejirandiye û xwedî lê derneketiye. PKK ku gelê Kurd xwe lê îfade dike, îro bi milyonan sempatîzanên xwe têkoşîna xwe hê bi biryardarî û xurt dimeşîne."
Nûnerên gelên cuda û rewşenbîrên beşdarî şahiyê bûn, peyam dan û salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.
Pîrozbahî piştî axaftinan bi konserê dewam kir. Beşdarên şahiyê li ber stranên Azad Bedran, Peywan Arjîn, Berfîn Mamedova, Nataliya palaîda, Barzan Osmanov û hunermendên herêmî govend gerandin.
MONTPELLÎER
Kurdistaniyên li bajarê Montpellîer ê Fransayê dijîn, salvegera 39. a damezrandina PKK'ê bi şahiyekê pîroz kirin.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê, siyasetmedarê Kurd Şenol Ham li ser girîngî û wateya rojê axivî û got, "Em sala 40'î ya partiya xwe silav dikin. Salvegera 39. a damezrandina partiya xwe li Rêber Apo, hemû hevrêyan, gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe pîroz dikin. Ji şehîdê avabûna partiyê Hakî Karer heta şehîda sala çilemîn hevrê Delal Amed hemû şehîdên xwe bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin."
Piştre li ser têkoşîna 39 salan a PKK'ê sînevîzyon hate nîşandan.
Hunermend Comert, GUlseher û Hozan Diyar jî di şevê de derketin ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê qediya.