Li Moskowa protesto: Qatil Erdogan û AKP ye
Kurdistaniyên li Moskowa kom bûn, komkujiya li Enqereyê protesto kirin, AKP û Erdogan lanet kirin.
Kurdistaniyên li Moskowa kom bûn, komkujiya li Enqereyê protesto kirin, AKP û Erdogan lanet kirin.
Kurdistaniyên li Moskowa kom bûn, komkujiya li Enqereyê protesto kirin, AKP û Erdogan lanet kirin.
Li ser banga Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurd a Rûsya, Yekîtiya Saziyên Kurd a Civakî ya Navneteweyî ya Moskowa, Organîzasyona Parastina Mafên Kurdan a Moskova ya Mezoptamya, Kongreya Kurdên Êzidî ya Rûsya û Organîzasyona Jinên Kurd Viyan a Moskowa û gele saziyên cuda Kurdên li paytexta Rûsya Moskowa dijîn li Qada Parka Sokolnîk kom bûn. Kurdistaniyan komkujiya li Enqereyê protesto kirin.
'ÊDÎ HEMÛ CÎHAN LÎSTIKÊN QIRÊJ ÊN AKP Û ERDOGAN DIZANIN'
Serokê Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurd a Rûsya Farhat Patîyev ê li ser navê saziyan xîtabî gel kir got: "Di pêşengiya AKP’ê de li Tirkiyeyê li hember Kurdan hêzên tarî kirine dewrê. Hevkariya berbiçav a AKP û DAIŞ’ê komkujiyên li Amed, Pirsûs û Enqereyê ne… Êdî hemû cîhan lîstikên qirêj ên AKP û Erdogan dizanin, ango planên wan deşîfre bûn.” Patîyev haerî dawî got ku pêwîst e gelê Tirkiyeyê di 1’ê Mijdarê de AKP’ê di sindoqan de veşêre.
Piştî axaftina Patîyev rêveberên sazî û organîzasyonên cuda di axaftinên xwe de komkujî protesto kirin.
BELAVOK HATIN BELAVKIRIN
Girseya kom bibû dirûşmên, "Qatil Erdogan”, “Şehîd namirin”, “Bijî Biratiya Gelan” û Bijî Serok Apo” qîr kir. Dîsa li qada çalakiyê belavokên bi Rûsî yên tê de behsa bûyerên demên dawî yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê tên kirin hatin belavkirin.