Li Montpellîerê civîna li ser hilbijartinê
Li bajarê Fransa Montpellîerê, li ser hilbijartinê civînek hat lidarxistin. Di civînê de Parlamentera HDP'ê ya Agirî Leyla Zana axivî.

Xebatên HDP'ê yên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê li Ewropayê dewam dikin. Parlamentera HDP'ê ya Agirî Leyla Zana di axaftina xwe ya li civîna li bajarê Fransa Montpellîerê de, banga dengdayînê di navbera 8-25'ê Cotmehê de li hilbijêrên li Ewropayê kir.
Di civîna ku bi qasî 400 kes lê amade bûn de bal hat kişandin ser pêkanînên antî demokratîk ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û ji bo bidawîbûna binpêkirina mafên mirovan, bi taybetî ji bo sekinandina dîktatorî û komkujiyên bi destê AKP'ê li Kurdistanê tên kirin, bang li her kesî hat kirin ku dengê xwe bidin HDP'ê.