Li Mizgeftan dê sela bi kurdî bê dayîn!

Li Mizgeftan dê sela bi kurdî bê dayîn!

Cigirê Serokwezîrê Tirk Bekîr Bozdag  diyar kir ku, piştî xutbe û weazên kurdî vê carê dê ji bo kesên wefat kiriye Sela jî li mizgeftan bi kurdî bê dayîn.

Cigirê Serokwezîrê Tirk Bekîr Bozdag pêşnûmeya pirsa nivîskî ya parlamenterê BDP’ê Altan Tan bersivand. Bekîr Bozdag di bersiva xwe de giştînameya ku di sala 2007’an de Serokatiya Karê Diyanetê waşandiye bibîr xist. Bozdag destnîşan kir ku, ji ber Quran bi erebiye, bangdan û sela jî li her derê Tirkiyeyê bi erebî tê xwendin.  Bozdag wiha got: “Lê  dema ku navê kesê wefat kiriye bê gotin yanî beşa dawî  li gorî zimanên herêman dê bê vegotin.”

Cigirê serokwezîr ku ji Wezareta Karê Diyanetê berpirsyare Bekîr Bozdag di bersiva xwe de anî ziman ku, serokatiya wî ji her cureyên nêrînên siyasî, polîtîk dûre.  Bozdag got, armanca wan ewe ku bi gel re di  nava piştevanî û yekitiyê de bin û li ser bingehê biratiya welatiyan de peywira xwe bînin cih.