Li Misirê şoreş û şoreşa dijber

Li Misirê şoreş û şoreşa dijber

Di duwemîn salvegera raperîna gelê Misirê de ku di encamê de rejîma Husnî Mubarek hate hilweşandin, bi sedhezaran kes daketin qadan û pevçûn di navbera wan û hêzên rejîma nû de qewimîn. Di pevçûnan de herî kêm 7 kes jiyana xwe ji dest dan zêdetirê 450 kes jî birîndar bûn.

Du sal bi ser raperînên gel ên ku li Tûnisê dest pê kirin û li Misirê bûn sedema hilweşîna rejîma Husnî Mubarek re derbas bûn. Weke li Tûnisê, li Misirê jî gel careke din bi zextên desthilatiya nû yên ku tu cûdahiya wan ji yên berê tune ne re rû bi rûne.

Piştî pevçûnên roja pênçşemê qweimîn, li Misirê careke din bi sedhezaran daketin qadan û desthilatiya nû protesto kirin. Tê diyarkirin ku li seranserê welêt 500 hezar kes tevlî xwepêşandanê bûn.

KA EDALETA CIVAKÎ?

Bi dehhezaran kesên ku careke din daketin qada Tehrîrê ya li paytext Qahîreyê gotin "şoreşek nû" û "demokrasiyek rast" xwestin, her wiha li aliyên din ên bajêr jî xwepêşandan hebûn.  Bi taybet li derdora Koçika Serokkomartiyê, li derdora avahiyên televîzyon û radyoya dewletê xwepêşandan hebûn. Di xwepêşandanan de dirûşimên "Ji hukûmet gendel a Birayên Misilman re na!" û "Pıştî du salên şoreşê kanî edaleta civakî?" qêriyan.

Girseya gel avahiya Birayên Misilmanên ku Serokkomar Muhemed Mursî jî endamê wê ye, ya li nêzî Qada Tehrîrê dan ber keviran. Li bajarên Îskenderiye û Suweyşê jî polîsan bi bombeyên gazê êrîş kirin. Li bajarê Îsmaîliye ya li qiraxa Tengava Suweyşê gel êrîşê avahiya Partiya Azadî û Edaletê ya Birayên Misilman kir û agir berdan avahiya wan.

7 MIRÎ, 450 BIRÎNDAR

Li Suweyşê, polîsan li derdora avahiyên Midûriyeta Emniyetê û Walitiyê tedbîr girtin. Roja şemiyê jî tê diyarkirin ku xwepêşdan gurtir bibin. Jixwe tê payin ku derbarê doza maça fûtbolê ya ku bi dehan kes tê de jiyana xwe ji dest dan de jî biryar bê dayin.

Di encama bûyerên dijwar ên li weltê de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirê 450 kes jî birîndar bûn.

Roja pênçeşmê jî Serokkomar Mursî banga pîrozbahiyek aşitiye û şaristanî li gel kiribû. Mursî îdîa kir ku ew ji bo demokrasiya gelê Misirê hewl dide, lê muxalefet wî bi avakirina desthilatiyeke otorîter tawanbar dike.

Piştî desthilatiya Mubarek, gelek aktor li Misirê derketin pêş. Birayên Misilman, artêş û partiyên cûda yên muxalefetê, lê tiştek neguherî.

Piştî hilweşîna desthilatiya 30 salan a Mubarek, welat bi krîzê re rû bi rû ma û krîz heta niha jî berdewam dike. Ji ber dijwarbûna şert û mercên aboriyê û bêdadiya civakî nerazîbûnên gel her ku diçin dijwartir dibin.