Li Minbîcê ji ber guleya topê ya neteqiyayî ya çeteyan 2 zarok birîndar bûn
Li Minbîcê piştî bomberdûmana dewleta Tirk û çeteyan, guleyeke topê ya neteqiyayî 2 zarok birîndar kir.
Li Minbîcê piştî bomberdûmana dewleta Tirk û çeteyan, guleyeke topê ya neteqiyayî 2 zarok birîndar kir.
Hate diyarkirin ji ber guleya topê ya neteqiyayî Hisên El Mistefa û Iyad Mihemed Xêr El Mistefa birîndar bûne.
Zarok dema li bakurê bajêr pêzê xwe diçêrandin, guleyeke topê ya neteqiyayî ji nişka ve teqiya.
Hate diyarkirin her du zarok bi sivîkî birîndar bûne û li nexweşxaneyê tên tedawîkirin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê her roj li bejahiya Minbîcê didin.