Li meydana Parlamentê ya Londonê çalakiya li dijî tecrîdê

Ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan, li ber Parlamenta Qraliyeta Yekbûyî çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakiya ku li meydana Parlamentê ya li Londonê pêk hat, ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd û Komeleya Karkeran a Koçber ve hate organîzekirin. Di çalakiyê de pankarta bi zimanê Îngilîzî ya bi nivîsa "Bes e ji tecrîdê û faşîzmê re, Erdogan dîktator e" hate vekirin. Her wiha weneyên Ocalan û berxwedêrên greva birçîbûnê hatin hildan.

Çalakgerên ku 5 roj in li dijî guhertina avhewayê li meydana Parlamentê çalakiyê dikin, piştgirî dan çalakiya li dijî tecrîdê.

Li Kursiya Gel a ku du roj berê li meydana Parlamentê hate danîn, gelek dostên Kurdan, kesayetên çepgir û nûnerên saziyên jinan axivîn. Qisekeran banga xurtkirina piştevaniyê kirin û bang li hikumeta Qraliyeta Yekbûyî kirin ku zextê li Tirkiyeyê bike.

Di çalakiyê de li ser berxwedana grevên birçîbûnê gelek belavok hatin belavkirin. Her wiha li standa kampanya îmzeyan jî gelek îmze hatin komkirin.