Li Metrîsê li şûna tahliyê fikara ‘propagandayê’ derket

Li Metrîsê li şûna tahliyê fikara ‘propagandayê’ derket

Ji girtîgehên cuda 5 meh berê 22 girtiyên nexweş yên giran birin girtîgeha Metrîsê û heta îro tenê 4 heb hatin tahliyekirin û ji bo yên ku mane jî Saziya Tipa Edlî rapora ‘dikarin li girtîgehê bimînin’ dan. Ramazan Ozalp ku divê bê tahliyekirin û emeliyeta mêjî derbaskiriye, aliyê wê yê çepê felce, bi hinceta ku dê wek amûra propagandayê bê bikaranîn û di navbera saziyên dewletê de gengeşiyî derxîne nayê tehliyekirin.

Bi hezaran girtiyên nexweş ku rewşa wan êdî di xetereyê de û ligel rapora wan ya nexweşiyê dibêjin dikarin ‘di girtîgehan de bimînin’ û  terkî mirinê kirine. Herî dawî di serê meha hezîranê de 22 girtiyên nexweş birin girtîgeha Metrîsê a Tîpa T ya Hejmar 1 û ji van 4 heb hatin berdan. 14 heb jî ligel rapora wan hebûn nayên berdan.

Yek ji van Hasan Alkiş e. Du caran emeliyeta dil derbas kiriye û torbeyê wî yê safrayê hatiye jêkirin. Her wiha nexweşiya Behçetê ye jî. Ji ber nexweşiya Behçetê çavê wî yê çep biçûk bûye. Alkiş ji meha hezîranê de ji TUHAD-FED’ê re nameyan dişîne û pêvajoyê digire dest.

TENDURISTYA ME XERABTIR BÛ

Alkiş şert û mercên girtîgehê vegot û wiha got: “Berê jî em li wir bi 15 hevalan li 3 odeyandiman. Koxuş 12 kesî digirin.  Aşxane pir biçûke. Cihê hewagirtinê pir biçûke. Li van odeyan hevalên felc, yên bi sandalyeya teker û yên ku dest û lingê wan tune dimîne. Ligel şert û mercên fîzîkî, ji ber sewqa nexweşxaneyê û revîr baş runeniştiye, kontrol û tedawiya rutîn tê piştguhkirin. Li vê girtîgeha ku evqas nexweş hene tenê rojên çarşemê em dikarin derkevin revîrê. Sewqa nexweşxaneyê çêdikin, dereng dimînin. Dema em diçin nexweşxaneyê jî doktorê wê nexweşiyê nîne. ji ber derfetê tedawiyê tunebû, şert û mercên fizîkî ne baş bû û ji ber germahiya havînê pêvajoya Edliya Tip veguherî eziyet û wiha got: “Ji ber vê her hevalê ku tê vê girtîgehê dixwaze şûnde biçe. Lê dibêjin heta rapora Tipa Edlî neyê em nekarin bişînin.  Her kesê ku diçe wir çend roj şûnde diçe Saziya tipa Edlî. Çend deqeyan di bin muaneya fîzîkî de derbas dibe şûnde dişînin girtîgehê.  Em li bende rapora tipa Edlî bûn.

BI HINCETA KU DÊ PROPAGANDAYÊ BIKE NEHAT TEHLIYEKIRIN

Alkiş destnîşan kir ku Taylan Çîntay, Umît Aydin, Sabrî Kaya û Murşît Aslan di pêvajoya 4 mehan de ji saziya Tipa Edlî rapor girtin û hatin berdan û got: “hevalê me Engîn Aktaş ligel ku rapora Saziya Tipa Edlî dibêje tenê nekare li girtîgehê bimîne û du destê wî tune jî, ji ber ku cezayê muebetê lê birîne nehat tehliyekirin.  Dîsa ji bo hevalên Ramazan Ozalp ku du caran emeliyeta mêjî derbas kiriye û aliyê wî yê çepê felce jî bi hinceta ku dê li derve bikin amûra propagandayê û dê di navbera saziyên dewletê de aloziyê derxîne nehat berdan. Hevalê Engîn û Ramazan ji ber ku nekaribûn tenê li xwe binêrin şandin girtîgeha Tîpa R. Hasan Kaçar û Salîh Tugrul pitşî tedawiya wan ya çavderî û rehabîlîtasyonê ya sê mehan pêk hat şandin girtîgeha Tîpa R. Li wir piştî 3 mehê wan biqede dê rewşa wan dîsa ji aliyê Saziya tipa Edlî ve bê nirxandin.”

LI GORÎ TIPA EDLÎ DIKARIN LI GIRTÎGEHÊ BIMÎNIN

Alkiş got ji bilî hevalên hatin tahliyekirin û birin Girtîgeha Tîpa R, Saziya Tipa Edlî ji bo wî, Hakan Gulunç, Fîkret Adiguzel û Yucel Balyemez rapoa tenduristiyê ya nû û hinek tetkîkên nû hatine xwesetin û nêzî mehekê çûne nexweşxaneyê û dîsa hemû belgeyên nû şandine Saziya Tipa Edlî. Alkiş wiha got: “ Lê em nebirin Saziya Tipa Edlî. Di rapora ku gotibûn bila tetkîkên tipa edlî bînin, behsa hatina nexweşxan nekiribû.  Ji bo me her çaran gotin dikarin li girtîgehê bimînin. Bi vî awayî tenê çar heval hatin tahliyekirin.

Piştî bersiva ji tipa Edlî hat şûnde girtiyan sewq xwestine û daxwaz kirine ku biçin girtîgehên ku jê hatine.  Alkiş balkişand ser rapora saziya Tipa Edlî û got ligel ku raporên me hene, biryara tahliye nayê dayîn.