Li Mêrsînê tevî zarokan 32 kes hatin girtin

Li Mêrsînê tevî zarokan 32 kes hatin girtin

Li Mersînê ji 102 kesên ku di çalakiyên bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li ser Kobanê pêk hatin de, hatibûn binçavkirin, tevî zarokan 32 kes hatin girtin.

Li Mersînê di çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê de piştî ku polîsan êrîş kiribû pevçûn rû dan û 102 kes hatibûn binçavkirin.

Kesên hatibûn binçavkirin îro birin pêşberê dozgeriyê. Piştî îfadeyan 40 kes hatin berdan û 62 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê 30 kes serbest berda û der barê 32 kesên ku di nava wan de zarok jî hene, bi hinceta “endamê rêxistinê ne” û “propagandaya rêxistinê kirine” biryara girtinê da.