Li Mersînê salvegera PKK’ê hate pîrozkirin

Înîsyatîfa Gel a Demokratîk ya Mersînê  40’emîn salvegera damezrandina PKK’ê ji 27’ê Mijdarê heta 30’ê Mijdarê di çarçoveya bernameya 4 rojan de li navçeyên Akdenîz, Tarsûs, Toroslar û Yenîşehîrê pîroz kir.

Roja 27’ê Mijdarê seat 20:00’an li taxên Sîteler, Yenîhal, Guneş, Şehîd Kemal, Gundogdû ya navçeya Akdenizê bi fîşekên hewayî û dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo, Bijî PKK’ tevî dorpêça polîsan salvegera PKK’ê hate pîroz kirin.

Heman şevê li ser dîwaran nivîsa ‘Li mêtîngeran bixwe Kurdistanê biparêze’ , ‘PKK’ û ‘Ji madeyên hişber re na’ hatin nivîsan.

Li taxên Demîrtaş, Kûrtalî û Mevlana yên navçeya Toroslarê jî li sê nuqteyan bi fîşekên hewayî û dirûşmeyan salvegera PKK’ê hate pîrozkirin.

Li Taxa Kûrtaliyê ciwanan rêya cadeya giştî girtin û lastîk şewitandin. Ciwanan rê girtin û bi êrîşa polîsan re belav bûn.

Li taxên Efetevler, Aydinlikevler, Şahîntepesî û Akkent yên navçeya Yenîşehîrê jî bi fîşekên hewayî û dirûşmeyan salvegera PKK’ê hate pîroz kirin.

Li taxên Fahrettînpaşa, Tozkopraran, Şahîn û Barbaros ên navçeya Tarsûsê jî 27’ê Mijdarê seat 20:00’an bi fîşekên hewayî û çekan, bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Bijî PKK’ û ‘Şehîd Namirin’ salvgera PKK’ê hate pîrozkirin.

28’ê Mijdarê jî seat 24:00’an li pêşiya marketa BÎM a li taxa Barbarosê ciwanan deng danî.

29’ê Mijdarê jî li taxa Fahrettîn Paşa bi fîşeên hewayî û pankarta ‘Tîma Cirnexaş’ meş hate lidarxistin. Polîsan êrîşî vê çalakiyê jî kirin.

Sibeha 30’ê Mijdarê li ser pira Kavaklidere jî pankart hate daliqandin.