Li Mersînê operasyona qirkirina siyasî
Xebatkarên Şaredariya Akdenîzê jî di nav de, gelek endamên HDP, GOÇ-DER a hatiye girtin, MEDÎA-DER'ê îro li Mersînê hatin binçavkirin.
Xebatkarên Şaredariya Akdenîzê jî di nav de, gelek endamên HDP, GOÇ-DER a hatiye girtin, MEDÎA-DER'ê îro li Mersînê hatin binçavkirin.
Polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser malên xebatkarên Şaredariya Akdenîzê ya bi rêya qeyûm hatiye desteserkirin, endamên HDP'ê, GOÇ-DER a bi biryarnameyê hatiye girtin û Komeleya Oldaran a Mersînê (MEDÎA-DER). Di operasyonê de gelek kes hatin binçavkirin.
Midûrê Park Bexçeyan ê Şaredariya Akdenîzê Kamîl Ozdemîr, endamê HDP'ê Şevkî Poyraz, Hevserokê GOÇ-DER a Akdenîzê Reşat Aşan, endamên MEDÎA-DER'ê Mele Hecî Hesen Çelîk ê bi nexweşiya şekir e û 4 stend di dilê wî de ye û Mele Mehmet Zekî Etîz ê nexweşê kemoterapî ye, di nava binçavkiriyan de hene.