Li Mêrsînê di serdegirtina komeleya xwendekaran de 2 kes hatin binçavkirin
Polîsan bi ser Komeleya Xwendekarên Welatparêz û Demokratîk a Zanîngeha Mêrsînê de girtin, 2 xwendekar binçav kirin.
Polîsan bi ser Komeleya Xwendekarên Welatparêz û Demokratîk a Zanîngeha Mêrsînê de girtin, 2 xwendekar binçav kirin.
Polîsan bi gelek wesayîtên zirxî di saetên şevê de bi ser Komeleya Xwendekarên Welatparêz û Demokratîk ê Zanîngah Mêrsînê ya li Taxa Egrîçam a navçeya Yenîşehîr a Mêrsînê de girtin. Hat diyarkirin ku di demê serdegirtinê de 22 xwendekar li komeleyê bûn û polîsan demeke dirêj di komeleyê de lêgerîn kirin. Di lêgerîna komeleyê de polîsan dest danîn li ser hinek posteran, xwendekarên bi navê Okan Altûrk û Şukru Çetîn binçav kirin. Xwendekar birin Midûriyeta Emniyeta Bajarê Mêrsînê.