Li Mersînê ciwanan li gelek taxa çalakî pêk anîn

Li Mersînê ciwanan li gelek taxa çalakî pêk anîn

Li Mêrsînê du komên endamên YDG-H û YDGK bi armanca balbikişînin ser binpêkirinên mafan a li girtîgehan û bûyerên tecawîzê yên li hemberî zarokan di girtîgehan de û her wiha piştgiriyê bidin berxwedana parka Gezî li gelek xalan çalakî pêk anîn.

Ciwanan ruyê xwe girtin û li gelek taxên Mersînê çalakî pêk anîn. Her du komên ku xwe wek ‘Tugaya Tolhildana Şehîd Leyla Şaylemez’ û ‘Tugaya Tolhildana Şehîd Ozgur Ronî’ dan nasîn  li taxên Şevket Sumer, Gundogdu, Gunel û Hal li hemberî gelek malan ku bazrigahiya fuhuş û eroînê dikirin bombeyên deng avêtin.  Her wiha te hînbûn ku wesayîtên gelek kesên li hemberî ciwanên kurd êrîşan pêk tînin jî hatine şewitandin.

Her wiha bi heman armancê li hemberî gelek kargeh û PTT ya taxa Halketn jî çalakiya bombeyî pêk hat.  Di encama çalakiyan de gelek cih hatin texrîbkirin.

Ciwanan dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO’ berzkirin û diyar kirin dê çalakiyên wan li dijî van polîkayên asîmîlasyonê bidome.