Li Mêrsînê bi deh hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan li qada Newrozê ne

Di Newroza li Mêrsînê de bi deh hezaran kes, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kirin.

Li Qada Tirmil a navçeya Akdenîz a Mêrsînê bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” ku bexşî kesên di erdheja li Mereşê de jiyana xwe ji dest dane hat kirin, Newroza îsal hat pîrozkirin. Tevî barana zêde jî bi hezaran kes ji Mêrsîn, Edene û Osmaniyeyê tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn.

Dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Polîsan li noqteya lêgerînê pankarta Platforma Ked û Demokrasiyê ku li ser hatibû nivîsîn “Bijî Newroz. Newroz pîroz be”, alên Amedsporê û hin pankartên ku li ser hatibûn nivîsîn “Berxwedan Akdenîz” negirtin qadê.

Agirê Newrozê parlamenterên HDP’ê Fatma Kûrtûlan û Ridvan Tûran û Dayikên Aştiyê bi çepik, tilîlî û berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” vêxistin. Hevserokên HDP’ê yên Mêrsînê Bedriye Kûş, Hoşyar Sariyildiz û Berdevkê Komîteya Amadekar a Newrozê Ozgur Çaglar û girse silav kirin û Newroza gel pîroz kirin.

Piştre peyama Newrozê ya ku Buroya Hiqûqê ya Sedsalê şandibû, hat xwendin. Ciwanên ku formayê Amedsporê wergirtin, derketin ser dikê. Girseyê dirûşmeya “Amedspor gel e, gel li vir e” berz kir.

Piştî vêxistina agirê Newrozê Berdevka Partiya Azadiyê ya Civakê (TOP) Jûlîana Gozen axivî û diyar kir ku hîna li herêma erdhejê dirûşmeyên “Hesabek heye ku were pirsîn, jiyanek heye ku were avakirin” tê qêrîn.

Hevserokê Giştî yê Partiya Rizgariya Jinûve ya Sosyalîst (SYKP) Cavît Ûgûr jî got ku wê 14’ê Gulanê ji desthilatdariya AKP-MHP’ê rizgar bibin.

‘TECRÎD SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’

Siyasetmedarê Kurd Sirri Sadik jî ragihand ku Newroz agirê azadiyê yê gelan e û ev tişt got: “Faşîzma AKP-MHP’ê di bin erdhejê de ma. Em ê AKP-MHP’ê bi vê hilbijartinê têk bibin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye û divê demildest were rakirin.”

Newroz bi stranên hunermend Cevdet Bagca, Derya Cengîz û Dengbêj dewam dike.