Li Mersînê alimekî Kurd hate destgîrkirin

Li Mersînê alimekî Kurd di serdegirtina malê de hate destgîrkirin.

Serokê berê yê Komeleya Alimên Olî yên Êlihê Îzzettîn Ege, bû hedefa polîsên Tirk.

Polîsan serê sibehê li Mersînê avêtin ser maleke ku Ege lê mêvan bû. Di heman demê de avêtin ser mala wî ya li Êlihê.

Kurê Ege Farûk Ege diyar kir ku polîsan gef li wan xwarine û gotine, "Em ê we biqedînin" û li mirovên li malê xistine.

Alim Ege hate destgîrkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Mersînê. Hinceta destgîrkirina Ege nehate eşkerekirin.