Li Mêrsînê 12 kes hatin destgîrkirin

Li Mêrsînê serê sibehê bi ser gelek malan de hat girtin û 12 kes hatin destgîrkirin.

Hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komara Mêrsînê ve bi îdîaya “propagandaya rêxistinê” hat meşandin, bi ser malan de hat girtin.

Serê sibehê bi hemwextî bi ser gelek malan hat girtin û 12 kes hatin destgîrkirin. Kesên hatine destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.

Îdîaya “Propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” li dijî hemû dengên muxalîf bi rengekî kêfî û sîstematîk tê bikaranîn.