Li Mersîn Bedlîs û Antalyayê çalakiyên ji bo Kobanê
Li Mersîn Bedlîs û Antalyayê çalakiyên ji bo Kobanê
Li Mersîn Bedlîs û Antalyayê çalakiyên ji bo Kobanê
Êrîşên li dijî Kobanê li Mersîn û Bedlîsê ji aliyê hezaran kesî ve hatin protestokirin. Li Antalyayê xwendekarên tibê bi pankarta “Bijîşkên pêşerojê deng bidin Kobanê” ve êrîş şermezar kirin.
MÊRSÎN
Platforma Piştevaniyê Kobanê ya Mersînê êrîşên li dijî Kobanê ev 29 roj in didomin li ber navenda bazarê ya Forum meş li dar xist. Li ser navê Platformê Hevserokê HDP’ê ya Mersînê Muslîm Tank axivî. Tank diyar kir ku ev 29 roj in Kobanê di bin dorpêça çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk de ye û ji ber amborgoya gelê Kurd hewl dide xwe biparêze. Tank xwest ji bo Kobanê korîdora alîkariyê bê vekirin. Piştî daxuyaniyê çalakî bi slogan û çepikan bi dawî bû.
BEDLÎS
Bi banga rêxistinên HDP û DBP’ê bi sedan welatî li ber DBP’ê ya Bedlîsê kom bûn û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de Parlamenterê HDP’ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu axivî û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Wê li her derê ku DAIŞ heye li hemberî DAIŞ’ê berxwedan hebe” bi bîr xist û diyar kir ku ew ê heta çeteyên DAIŞ’ê tune bibin têbikoşin. Zenderlîoglu da zanin ku li hemberî çeteyên DAIŞ’ê çi pêwîst be wê bkin. Piştî axaftinê çalakî bi çepik û dirûşmayan bi dawî bû.
ANTALYA
Xwendekarên Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Akdenîzê pankarta “Bijîşkên pêşerojê deng bidin Kobanê” vekirin û bal kişandin ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê. Xwendekara Tibê Dîcle Bedîrhanoglu piştî ku pankart hat vekirin axaftineke kurt kir û got ku ew weke endamên pîşeyeke xwe fedayî jiyanê kirine deng didin Kobanê.